Di rojeva Tirkiyê senaryo "Serokkomariya bi partî

Li gorî pisporên siyasetê dê AKP li ser "Terorê" kompanyayekê bimeşîne û bi wê hişmendiyeke çêkirî li ser welatiyan çê bike ku ew bo parlamenteran mafên parêzbendiyê rewa nebine û bi vê yekê rê li ber kompanyayên muxalefetê yên li hember "Pergala Serokkomariya bi partî" bigire.

https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/55ca6585-efd1-464d-800c-ddb459e46204/BiRakirinaParezbendiyanRewsaTirkiye.ism/manifest

K24-Enqerê

Li Tirkiyê piştî rakirina parêzbendiyan gelek senaryo têne axaftin ku yek ji wan jî pergala "Serokkomariya bi partî" ye. Tê îdiakirin ku CHP ku roleke xwe ya girîng di dengdayîna rakirina parêzbendiyan de heye, dê rêgir be, li ber lidarketina referandumê.

Tirkiyê di qonaxeke dîrokî de derbas dibe. Ji ber ku bi rakirina parêzbendiyan eger heye ku di rewşa siyasî ya Tirkiyê de gelek guherîn çê bibe. Senaryoyên piştî vê qonaxê yek bi yek têne axaftin. Lê niha yek ji girîngtirîn ji wan senaryoyan jî piştî ev guhertina destûrî were kirin, AKPê guherîneke din jî pêk bîne ku "Pergala Serokkomariya bi partî" saz bike û her du guherînan di yek referandûmê de serkar bike.

Pisporê Siyasetê û Rojnameger Fahrettin Fidan jî vê senaryoyê piştrast dike û dibêje bi ixtimaleke xurt referandumê di heyfa Îlonê de pêk were ku dê di wê prosesê de, bi pêşengiya Serokkomar Erdogan dewlet dê bi hemû hêza xwe kompanyayekê bimeşîne ku referandûmê pesend bike.  Fîdan îdia dike ku CHP hay ji vê metirsiyê heye û ji lewra di tûra duyemîn ya dengdayîna guhertina destûrê de, bo rê li ber referandûmê bigire ew ên dengên erênî bide ku hejmara dengan ji 367an derbas bibe û di rakirina parêzbendiyan de hewce bi

Fahrettin Fidan Derbarê vê mijarê Rojnamegerê Rojnameya Milliyetê "CHP dê bo ev guhertin bi rêya referandûmê neyê kirin dê rola xwe bilîze. Gava referandûm li dar bikeve, di wê prosesê de, lizabaziyeke xurt derkeve holê. Dê di pêşengiya Serokkomar de, walî, Qeymeqam û şaredarên kompanyayekê bidin destpêkirin. Ev kompanya dê li ser rakirina parêzbendiyan bi rêve biçe û armanca sereke dê veşarî bimîne."

Parlamenterê CHPê Nihat Yeşil jî dibêje heger parêzbendî bêne rakirin dê qeyrana niha Tirkiyê tê de ye kurtir bibe û danîna pergala serokatiyê jî wekî senaryoya herî xurt dibîne ku Serokkomar Erdogan wê armanc dike.

Derbarê vê yekê Parlamenterê CHPê Nihat Yeşil  "Dixwaze pergala serokatiyê saz bike ku li gorî xwe xeyala wê dike. Ev modeleke wiha ye ku li tu derê cîhanê mînaka wê tuneye.  Di raberdû de, çawa gel xapandin, niha di vê mijarê de jî hewla xapandinê dikin."

Li gorî pisporên siyasetê dê AKP li ser "Terorê" kompanyayekê bimeşîne û bi wê hişmendiyeke çêkirî li ser welatiyan çê bike ku ew bo parlamenteran mafên parêzbendiyê rewa nebine û bi vê yekê rê li ber kompanyayên muxalefetê yên li hember "Pergala Serokkomariya bi partî" bigire.