Braznî: Daiş dijminê hemûyane, lê tenê Pêşmerge şerr dike
Balyûz ê Romanya di kombûn a xwe de li gel Mesûd Barzanî, serok ê Herêm Kurdistanê li Selahedînê, ragehand ku welat ê wî nîgerane li bûyer û alozî yên Bexdayê.
.jpg)
K24- Hewlêr
Balyûz ê Romanya di kombûn a xwe de li gel Mesûd Barzanî, serok ê Herêm Kurdistanê li Selahedînê, ragehand ku welat ê wî nîgerane li bûyer û alozî yên Bexdayê.
Barzanî li gel Cakob Pirada , balyûz ê Romanîya li Îraqê û şand a pê re.
Barzanî ragehand: Daiş dijminê hevpişkê hemû mirovanîyêye û got: Di rastî de Pêşmerge ye şerr dike û xwînê dide, lew pêdivîye harîkarî ya Pêşemerge zêdetir bihê kirin û bigehe ast a pêdivî.
Di kombûnê de ku duhî hat encamdan, Balyûz ê Romanîya ragehand: Welatê wî di çarçove ya hevpeymanî ya Nêvdewletî dijî Daişê, wek hevpişkek li Kurdistan diner û berdewam dibe li harîkarîkirin a Herêm a Kurdistanê li şerr ê dijî Daişê û nîgeranî ya xwe jî ragehand beranber pêşhat ên sîyasî yên Îraqê.