li Tirkiyê bandora teqînan li ser geştyar û aboriyê
Stenbol li nav bajarên cîhanê ku zêdetirîn kongreyên aborî hatine kirin di rêza 8an de cih girt.
K24-Navenda Nûçeyam
Nivîsîngeha Vexwendî û Kongreya Stenbolê da zanîn ku, li nav welatan herî zêde kongreyên aborî li Amerîkayê li nav bajaran jî zêdetirîn kongre li Berlînê hatine kirin. Ji bo sazkirina kongreyên navneteweyî yên aborî bajarê Stenbol jî di rêza de 8an de cih girt.
Ji bo kongreyên aborî li nav bajarên cîhanê herî zêde paytexta Almanyayê Berlîn hat hilbijartin. Piştî Berlînê bajarên Parîs û Barcelona hatine hilbijartin.
Li gor amarên Yekîtiya Peymanî û Kongreya Navneteweyî, li Stenbolê di sala 2015'an de 148 kongreyên navneteweyî hatine kirin. Bi vê hejmarê Stenbol, bajarên wek Lîzbon, Kopenhang, Prag, Amstredam û Bruksel li pey xwe hişt. Di sala 2014'an de li Stenbolê 130 kongre birêve çûbû, lê di 2015'an de 18 kongre lê hatine zêdetirkirin û bi vî awayî Stenbol li nav bajarên cîhanê ku zêdetirîn kongreyên aborî hatine kirin di rêza 8an de cih girt.
Serokê Jûreya Bazirganiya Stenbolê Îbrahîm Çaglar diyar kir ku, bi piştevaniya sektorên wek geştyarî, bazirganiyê û bi dehan saziyên fermî û taybet Stenbol ji bo kongreyan baştir tê bikaranîn. Çaglar wiha axivî: "Ev 6 sal e Stenbol di nav 10 bajaran de cih digire. Bi xêra xebatên danasîn û bazarkariyê bi seqamgiriyê hejmara kongreyan li Stenbolê zêdetir dibe."
Li nav welatan jî zêdetirîn kongreyên aborî li Amerîka, Almanya, Îngîlîstan û Spanyayê hatine kirin.