Li Entakyayê teqînek çêbû:leşkerek hat kuştin

Heta niha sedema teqînê nayê zanîn û hêzên ewlekariyê derbarê bûyerê de lêpirsînek berfireh dan destpêkirin.

K24-Navenda Nûçeyan

Li Tirkiyê bajarê Entakyayê teqînek rûda, di encam de leşkerek canê xwe ji dest da.

Îro, danê sibê li bajarê Entaqyayê hêzên ewlekariyê yên deryayî li ser agahiya ko di belemekî de termek heye çûn cihê bûyerê.

Hêzên ewlekariyê dema nav belemê de lêkolîn dikirin teqînek rû da û di encamê de leşkerek canê xwe ji dest da çend leşker jî birîndar bûn. Piştî bûyerê hejmarek zêde leşker û ambûlans li cihê teqînê hatin vegûhestin.

Heta niha sedema teqînê nayê zanîn û hêzên ewlekariyê derbarê bûyerê de lêpirsînek berfireh dan destpêkirin.