Kongireya Awarte ya AKPê dest pê kir
Tê çaverekirin ku, nêzikê 50.hezar kes beşdarê kongireyê bibe.
K24-Navenda Nûçeyan
Kongireya Awarte ya dûyemîn a Partiya Dad û Geşepêdanê AK-Partiyê dest pê kir.
Kongire li paytexta Tirkiyê Enqereyê Salona Werzîşê ya Arenayê birêve diçe. Tê çaverekirin ku, nêzikê 50.hezar kes beşdarê kongireyê bibe.
Ji gelek welatan siyaesetmedar, nûnerên saziyên sivîl, wekî mêvanê kongireyê hatine vexwendin. Lêbelê ji Rûsya, Misir, Îsraîl, Sûriye û Bangladeşê ti kes nehatiye vexwendin. Herwiha ji xeynî Partiya Demokratîk a Gelan HDPyê hemi partiyên siyasî hatine vexwendin.
Di 5ê Gûlanê de, Serokê AK-Partiyê Ahmet Davutoglu biryara kongireya awarte sitandibû û diyar kiribû ku, ew ê nebe namzet. Piştî vê yekê Wezîrê Vegûhestinê Bînalî Yildirim wekî namzet hatibû destnîşan kirin. Dê AK-Partî îro, sêyemîn Serokê xwe yê Giştî hilbijêre.