AKP bo destnîşankirina hikûmeta nû dicive

Ji 51 endamên Desteya Rêveber a AK Partiyê 24 kes hatin guhertin û tê payîn ev guhertin di damezrandina hikûmeta nû de jî berdewam bike.

K24-Navenda Nûçeyan

Desteya Biryar û Rêveberiya Navendî ya AK Partiyê bo destnîşankirina hikûmeta nû biryare îro, dicive.

Pêvajoya nû ya damezrandina 65'emîn hikûmeta Tirkiyê dest pê kir. Desteya Rêveber ya AK Partiyê, îro, demjimêr 13ê nîvroyê, di bin serokatiya Binalî Yildirim, serokê nû yê partiyê de dicive.

Desteya Rêveber, dê wezîrên nû yên hikûmetê destnîşan bike. Tê çaverêkirin di nava 2 rojan de hikûmeta nû ya Tirkiyê bê damezrandin.