Enes El-Ebdê: Em hebûna Esed di qonaxa veguhêz de qebûl nakin

Tê zanîn ku, danûstandinên opozîsyona Sûriyê ligel rejîma wî welatê bi sedema çend pirsgrêkan mîna berdewamiya bombarankirina sivîlan ji aliyê rejîmê ve hatine rawestandin.

K24-Navenda Nûçeyan

Serokê Itîlafa Opozîsyona Sûriyê Enes El-Ebdê ragehand ku, ew yek rojê hebûna Beşar Esed di qonaxa veguhêz de qebul nakin.

Derbarê mayîna Esed di dema şeş mehan di qonaxa veguheztina siyasî ya Sûriyê Serokê Itîlafa Opozîsyona Sûriyê Enes El-Ebde ji rojnameya El-Heyat daxuyaniyek belav kir tê de wiha got: "Eger Beşar Esed heftiyekê di qonaxa veguhêz de bimîne, ew dê proseya siyasî wêran bike, em qebul nakin ew yek rojê bimîne, helwesta me derbarê vê yekê ji dest pêkê de diyare."

El-Ebdê da zanîn ku, ew naxwazin ezmûna Yemenê li Sûriyê dubare bibe, dema ku, Serokê Yemenê Elî Ebdula Salih xwe ji kar vekişan li Yemên ma,  niha wî careke din qonaxa veguhêz a wî welatî wîran kir.

Serokê Itîlafa Opzîsyona Sûriyê Enes El-Ebde aşkere kir ku, Rûsya derbarê Sûriyê dixwaze rêkeftineka giştî  bi Amerîkayê re bike.

Tê zanîn ku, danûstandinên opozîsyona Sûriyê ligel rejîma wî welatê bi sedema çend pirsgrêkan mîna berdewamiya bombarankirina sivîlan ji aliyê rejîmê ve hatine rawestandin.