Rawêjakarek ê Erdogan: Renge Turkîya rêkkevtin a xwe li gel Ewrûpa bihilawîse

Rawêjakrê serok ê Komar a Turkîyayê, Yîcît Bolot aîkera kir ku eger (Sîyaset a na dadperwerane) ya Yekêtî ya Ewrûpayê berdewam be, renge Turkîya rêkkevtin ên xwe li gel Yekêtî ya Ewrûpayê bihelawîse.

K24- Hewlêr

Rawêjakrê serok ê Komar a Turkîyayê, Yîcît Bolot aîkera kir ku eger (Sîyaset a na dadperwerane) ya Yekêtî ya Ewrûpayê berdewam be, renge Turkîya rêkkevtin ên xwe li gel Yekêtî ya Ewrûpayê bihelawîse.

Yîcît Bolot, evro Dûşembîyê bi kenal a TRT ya Tyurkîayî re got: Renge welat ê wî rêkkevtin ên xwe li gel Yekêtî ya Ewrûpayê bihilawîse, eger Yekêtî ya Ewrûpayê berdewam bibe li ser (sîyaset a na daperwerane) ya xwe di danûstandinan de li gel Turkîyayê.

  Girigtirîn pirs ku Turkîya û Yekêtî ya Ewrûpayê çendîçn salin danûstandinan li ser dikin pirs a endambûn a Turkîyayê ye di Yekêtî yan Ewrûpayê de.

Ev pêşhat piştî serhildan a nakokî yên di navber a Turkîya û Yekêtî ya Ewrûpayê de hat li ser wê rêkkevtin a ku li Biroksilê hat wajûkirin bi armanc a rêgirtinê ji çûn a berfireh a koçberan ber bi Ewrûpayê.

Eger a nakokî yên di navebr a Tuerkîya Û Erûpayê, yasa ya nehêlan a tîrorê ye li Turkîya ku Yekêtî ya Ewrûpayê daxwaz dike bihê hevwarkirin daku li gel pîvank ên Erûpayê bigunce.

Li gor rêkkevtin a di navber a Turkîya û Yekêtî ya Ewrûpayê de li ser pirs a koçberan, pêdivî ye hemû ew koçber ên ku piştî 20/3/2016 digehin Yûnanê divê bihên vegerrandin bo Turkîyayê.

Hevdem li gor wê rêkkevtinê, li beranber vegerandin a her yek ji wan, koçberek dî yaê Suryayê dê bihê şandin bo welat ên Ewrûpayê bi wê mercê hijmar a kes ên dihên şandin ji 72 hezaran nebure.