Martîn Schulz: Tirkiye ber bi sîstema yekmirovî ve diçe

Schulz da zanîn ku, eger Tirkiyê wiha berdewam bike pêvajoya endamtiya wê di Yekîtiya Ewropayê de wê zehmet be.

K24-Navenda Nûçeyan

Serokê Parlementoya Ewropayê Martîn Schulz rexneyên tûnd li Tirkiyeyê girt û da zanîn ko Tirkiye ber bi sîstema yekmirovî ve diçe.

Schulz ji rojnameya Kolner Stadt-Anzejger re axifî û wiha got: "Tirkiye ji hêjayiyên Ewropayê bi lezginiyeke mezin dûr dikeve. Pêwîste Serokwezîrê Elmanyayê Angela Merkel û rêveberiyên Ewropayê ji Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan hişyar bikin û bi zelalî bibêjin ku,siyaseta wî û hêjayiyên Ewropayê dijî hev in.

Schulz da zanîn ku, eger Tirkiyê wiha berdewam bike pêvajoya endamtiya wê ya ji bo Yêkitiya Ewropayê tenê zehmet nabe,  bêîmkan dibe. Tirkiye ber bi sîstema yekmirovî ve diçe û ew nikarin li hemberî vê yekê bêdeng bimînin."