Li Qoserê bi bombeyên rondikrêj êrişî xwepêşandanan hate kirin

Partiya Demokratîka Gelan (HDP), xwest ku li navçeya Qoser a Mêrdînê xwepêşandanekê li dar bixe. Lê hêzên ewlekariya Tirkiyê, bi hinceta ku alaya Tirkiyê hatiye daxistin, bi bombeyên rondikrêj û avê êriş li gel kirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li pêş avahiya Şaredariya Qoserê, bi beşdarbûna Hevseroka HDP'ê Fîgen Yuksekdag û Parlamenterên HDP'ê mîtînga bi navê "Hemberê Derbeyê Mîtînga Demokratîk ya Gel" hat dar xistin.

Beriya ku Yuksekdag dest bi axaftinê bike, zarokekî alaya Tirk daxist û  şûna wê alaya HDP'ê girêda.

Hêzên ewlekariya Tirk, bi vê hincetê bi bombeyên rondikrêj êriş li girseya ku meydanê kombûne kirin.

Di êrişa tund ya hêzên ewlekariyê de gelek kes birîndar bûn û 20 kes jî hatin binçavkirin. Polîsan girse belav kirin û nehîştin ku mîtîng were li dar xistin.

Fîgen Yuksekdag, Hevseroka HDP'ê piştî belavbûna girseyê di avahiya Şaredariyê da daxuyanî da rojnamevanan û got, li vê derê bi armanca ku êriş li gel bikin provokasyonek hat kirin.

Fly Erbil Advertisment