Mêrkil li ser perlemantar ên Kurd hate deng
Bi eger a hewl ên Receb Teyîb Erdogan, serok komar ê Turkîya partî ya wî bo helgirtin aparêzbendîyê li ser perlemantar ên HDPyê û pirs a serbixweyî ya dadwerî û azadî ya rojanamevanî li Turkîyayê, Encêla Mêrkil, rexne yên tund li Erdogan digere.
K24- Hewlêr

Encêla Mêrkil got: Min bi Erdogan re ragehandîye ku Turkîyayê pêdvî bi perlemanek a bi hêz heye. Herweha ragehand ku wê nîgeranî ya xwe nîşandaye beranber bi bûyer ên evê dawîyê yên perelman a Turkîyayê.
Mêrkil di kombûn a xwe de li gel Erdogan xuya kirîye ku ewî welatî pêdivî bi desthilatek a dadwerî ya serbixwe û ragehandinek a azad heye.
Mêrkil got jî: Bêguman em ji hilgirtin a parêzbendîyê li ser hinek ji perlemantaran gelek nîgeran bûne û min ev jî bo serokê Turkîyayê xuya kirîye.
Mêrkil amaje bi wê yekê jî kir ku pêdivîye Turkîya di pêşekîyê de ewan mercan bich bihîne ew ên ji alî yê Yekêtî ya Ewrûpayê hatîne dîayarkirin daku hevwelatî yên Turkîyayê bikarin bê Vîze serdan a Ewrûpayê bikin.
Herweha ragehand ku weha dîyare Turkîya wan merc ên Yekêtî ya Ewrûpayê bicih nahîne.