Li Reqayê 22 çekdarên DAIŞê hatin kuştin
Duh, Hêza Sûriyê ya Demokratîk(HSD) operasyona rizgarkirina bakurê Rewaqê bi alîkariya firokeyên Hevpeymaniya Navdewletî ragehand.
K24-Navenda Nûçeyan
Hêza Sûriyê ya Demokratîk(HSD) bi piştevaniya firokeyên Hevpeymaniya Navdewletî duh, operasyona rizgarkirina bakurê Reqayê dest pê kir, di encama şerê ku, li navçeya El-Hîşe 40 kêlometreya dûrî Reqayê ye 22 çekdarên DAIŞê hatin kuştin.
Derbarê amarên destpêkê yên operasyona rizgarkirina bakurê Reqayê Rewangeha Sûrî ya Mafê Mirovan tekez kir ku, termê 22 çekdarên DAIŞê duh, giheştin nexweşxaneya Bajarê Reqayê.
Li gor Rewangehê ew kuştiyên DAIŞê di encama êrîşên Hêza Sûriyê ya Demokratîk(HSD) de,li navçeya El-Hîşe li bakurê Reqayê bûn ku, bi 40 kîlometreyan dûrî wî bajarî ye.
Duh, Hêza Sûriyê ya Demokratîk(HSD) operasyona rizgarkirina bakurê Rewaqê bi alîkariya firokeyên Hevpeymaniya Navdewletî ragehand.