Rûsya amade ye hemahingiyê ligel Kurdan û Amerîkayê bike
Duh, seat 2yê nîvro, HSD opersyona rizgarkirina bakurê Reqayê ragehand.
K24-Navenda Nûçeyan
Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergy Lavrov ragehand ku, welatê wî amade hemahingiyê li Kurdan û Hevpeyamaniya Navdewletî di operayonê rizgarkirina Reqayê de bike.
Derbarê wê hemahingiyê Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergy Laverov di lutkeya Ozbekistanê de wiha got:"Ez bibawerî dibêjin ku, em amade ne hemahingiyê li Hevpeymaniya Navdewletî û Hêzên Kurdî di operasyona Reqayê de bikin."
Duh, Berdevkê Artêşa Amerîkayê Stîf Warin ragehandibû ku, Hêza Sûriyê ya Demokratîk(HSD) bi hevkariya operasyonên esmanî yên Navdewletî operasyona rizgarkirina Reqayê dest pê kir.
Duh, seat 2yê nîvro, HSD opersyona rizgarkirina bakurê Reqayê ragehand.