Rûsya operasyonên xwe li dijî Cebhet El-Nûsrayê rawestand

Di 27ê Şubata borî de her yek ji Rûsya û Amerîka li ser agirbesta li Sûriyê lihev kirbûn.

K24-Navenda Nûçeyan

Wezareta Derve ya Rûsyayê operasyonên xwe li ser Cebhet El-Nûsrayê bi awayeke demikî rawestand.

Derbarê rawestandina êrîşên firokeyên Rûsyayê li ser Cebhet El-Nûsrayê Wezareta Derve ya Rûsyayê di daxuyaniyek belav kir tê de wiha got: "Li ser daxwaza çend  grûpên çekdar taybet li Şam û Helebê me bi awayeke demikî operasyonên xwe li ser Cebhet El-Nûsrayê rawestandin."

Berî niha Wezîrê Berevaniya Rûsyayê Sergy Laverov ragehandibû ku, wan li gel Amerîka pirsa encamdana piroseyên Hevbeş  li dijî wan aliyên ku, pabendiyê bi agirbestê nekin,  lê Amerîkayê ev yeke redkirbû.

Di 27ê Şubata borî de her yek ji Rûsya û Amerîka li ser agirbesta li Sûriyê lihev kirbûn.