Cemiyeta Rojnamevanên Azad nerazîbûn bo pekutiyan

Cemiyeta Rojnamevanên Azad (OGC) daxuayniyek ragihand, ku avahiya saziya wan bi awayekî ne yasayî, ji aliye hêzên ewlehiya Tirkiyê ve hatiye bikaranîn û diyar kirin ku, tê xwestin her rojnamevanekî rastiyan dişopîne jinav bibin.

K24 – Diyarbekir

Rêvebirê Cemiyetê Mihemed Elî Ertaş daxuaynd ku, li Tirkiyê bi giştî û bi taybet jî li Bakurê Kurdistanê zext û pêkutiyên mezin li ser rojnamevanan hene û desthilatdariya Tirkiyeyê naxwaze pêkhateyên li Kurdistanê ji aliyê raya giştî ve bêzanîn.

Avahiya Cemiyeta Rojnamevanên Azad jî, li Sûr a Navçeya Diyarbekirê ye û heta 22ê gulanê jî di nav ciyên ku qedexe berdewam dikir de bû. Rêvebirên cemiyetê dibêjin, ku hemû arşiv û pirtûkên wan winda bûne. Alav û amûrên elektronîk jî hatine şikandin.