9 milyar Dolaran wek qer didin Îraqê
Di çarçove ya qer û piştîvanî yên darayî yên nêvdewletî bo Îraqê, biryare Japon 6 milyar Dolaran û Bank a Perepêdan a Îslamî jî 3 milyar Dolaran bidin Îraqê bi qer.
K24- Hewlêr
Di çarçove ya qer û piştîvanî yên darayî yên nêvdewletî bo Îraqê, biryare Japon 6 milyar Dolaran û Bank a Perepêdan a Îslamî jî 3 milyar Dolaran bidin Îraqê bi qer.
Japon 6 milyar Dolaran li rojhilat a navîn dê xerc bike bi şêweyê piroje û weberhînan û xizmetguzarî, ji wan pirojeyan jî Îraqê dê pişk a şêr têde hebe.
Bank a Navendî ya Îraqê jî aşkera kir ku bank a Îslamî bo perepêdanê, razî bûye 3 milyar Dolaran bide Îraqê wek qer.
Li gor ragehandin a Bank a Navendî ya Îraqê, qer ên Bank a Îslamî bo harîkarîkirin a Îraqê ye bo derbazbûnê ji wê tengije ya darayî ya Îraq têkevtîye ji encam a dakevtin a bihayê petrolê.