Emerîka: Zanyarî li ser rawêjkaran nihênîye û nahên aşkerakirin

Wezaret a berevanî ya Emerîkayê, li ser belavbûn a wêne yên rawêjkar ên Emerîkayî li Sûryayê hate deng.

K24- Hewlêr

Wezaret a berevanî ya Emerîkayê, li ser belavbûn  a wêne yên rawêjkar ên Emerîkayî li Sûryayê hate deng.

Pîter Kûk, gotebêj ê wezaret a berevanî ya Emerîkayê (Pêntagon) ragehand: Sîyaset a Emerîkayê li ser çawanî ya pişkdarîkirin a rawêjkar ên wê li Surya û Îraqê nihênîye û çi zanyarî nahê aşkerakirin li ser şûn û cih ên bizav ên wan.

Kûk tekez kir: Rawêjkar ên serbazî yên Emerîkayê opirasyûn ên taybet li wan cihan encam didin û erk ê wan yê serkî piştîvanîkirin a hêz ên Hevpeyamane li şerr ê dijî Daişê.