Putîn: Pirsa Kurdî ne karê Rûsyayê ye
Tê zanîn ku, Rûsya li Sûriyê di şerê li dijî terorê piştevaniya rejîma Sûriyê dike.
K24-Navenda Nûçeyan
Serokê Rûsyayê Velademîr Putin ragehandin ku, pirsa Kurdî ne karê welatê wî ye belko karê desthilatdariya wan welatên ku, Kurd lê dijîn.
Derbarê vê babetê Serokê Rûsyayê Velademir Putin di kongiryekî rojnamevanî de wiha got:"Pirsa Kurdî ne karê Rûsyayê ye, em destwerdanê tê de nakin, ji berku, pirsa Kurdî bi gelê Kurd û desthiladarên wan welatên ku ew tê de dijîn girêdayî ye".
Putîn da zanîn ku, welatê wî li Sûriyê şerê terorê dike, herwiha parastina desthilatdariya hikûmeta wî welatî dike, daku, ew ezmûna Lîbya û Somal li wî welatî dubare nebe.
Tê zanîn ku, Rûsya li Sûriyê di şerê li dijî terorê piştevaniya rejîma Sûriyê dike.