Rêveberê girtîgeha Hemayê ji aliyê girtiyan ve hat girtin
Li gor Rewangeha Mafên Mirovan 200 hezar girtî û wenda di girtîgehên Sûriyê de hene, ji wan heta niha 60 hezar di bin êşkinceyê de hatine kuştin û rewşa yên din jî pir xerabe.
K24-Navenda Nûçeyan
Girtiyên girtîgeha bajarê Hemayê ya Navendî karîn Rêveberê girtîgehê Emîd Casim El-Hisên û fermandeyê polîsan Eşref Taha li gel 7 polîsên din bigrin.
Derbarê vê babetê Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan daxuyaniyek belav kir tê de, wiha got: "Dema Rêveberê girtîgehê li gel fermandeyê polîsan bi armanca danûstandinan hate cem girtiyan ji aliyê girtiyan ve hatin dîl kirin."
Di dest pêka vê mehê de, girtiyên girtîgeha Navendî ya bajarê Hemayê nerazîbûna xwe derbarê veguheztina çend girtiyan bo girtîgeha Sêdnaya nîşandabûn û di nav girtîgehê de xwepêşandan kiribûn, di encam de, çend polîs wek dîl girtibûn.
Herwiha rejîma Sûriyê piştî wê bûyerê av û Elktirîk liser girtîgehê birîbû û bi armanca berdana wan polîsên ku, ji aliyê girtiyan ve hatîn girtin Rêveberê girtîgehê derbasî nav girtiyan bû, daku bigehine rêkeftinekî lê ew jî ji aliyê girtîyan ve di 28ê vê mehê hatin girtin.
Li gor Rewangeha Mafên Mirovan 200 hezar girtî û wenda di girtîgehên Sûriyê de hene, ji wan heta niha 60 hezar di bin êşkinceyê de hatine kuştin û rewşa yên din jî pir xerabe.