Kurdên Anatoliya li çand û zimanê xwe xwedî derdikevin
Komeleya Kurdên Anatoliya Navîn ya bi navê KOMKURD-AN li Enqerê çalakiyek lidarxist. Di wê çalakiyê de ku bi beşdariya siyasetmedar û nivîskarên Kurd pêk hat, kar û xebatên komeleyê hatin gotubêjkirin û herwiha bi boneya zêdekirina xebatên li ser Kurdên Anatoliya Navîn rêveberiya komeleyê hate bihêzkirin

K24 – Enqere
Komeleya Kurdên Anatoliya Navîn ya bi navê Kom Kurd-An li Enqerê çalakiyek lidarxist. Di wê çalakiyê de ku bi beşdariya siyasetmedar û nivîskarên Kurd pêk hat, kar û xebatên komeleyê hatin gotubêjkirin û herwiha bi boneya zêdekirina xebatên li ser Kurdên Anatoliya Navîn rêveberiya komeleyê hate bihêzkirin
Kurdên Anatoliya Navîn, Kurdên ku ji welatên xwe hatine sirgûnîkirin û bi salan e, di bin perdeya asîmîlasyonê de têkoşîna xwe ya xwedî lixwederketinê didin, ku çand û folklora xwe her zindî bihêlin.
Kurdên dûrî xaka Kurdistanê, ji bomayîndekirin û pêşdebirina hewlên xwe di Zivistana 2015an de li Enqerê hatin bal hev û komeleyek bi navê Kom Kurd-An vekirin.
Komeleya ku kar û xebatên li ser parastina çanda xwe dimeşîne, îro bo ragihandina destkeftiyên xweçalakiyek sazkir. Çalakî bi axaftin û spaskirina Serokê Komeleyê Levent Kanat destpê kir. Kanat jî di gotina xwe de got: "Biryara me ya yekemîn li hemberî asîmîlasyonê xebat e, ji bo Kurdan rêxîstinîbûn hewce ye"
Di nav mêvanên Kom kurd-Anê de siyasetmedar, nivîskar û hunermendên Kurd jî cihê xwe girtin. Parlamenterê HDPê yê Sêrtê Kadrî Yildirim di axaftina xwe de derbarê dîroka Kurdên Anatoliya Navîn de lêkolînên xwe parve kir û li ser giringiya zimanê zikmakî rawestiya û got: "Li gorî belgeyên ku di destê me de ne, cara yekem di sala 1184an de Eşîra Modanê hatine li Haymanayê bicih bûne."
Lêkolîner û nivîskar İsmaîl Beşîkçî jî ji bo piştevaniya Kurdên Anatoliya Navîn di nav çalakiyê de bûn. Beşîkçî diaxaftina xwe de li ser pêdiviya dewletbûna Kurdan rawestiya û got: "Hêviya min ew e, ku ev komeleye dê di danîna bingeha hişmendiya Kurd û Kurdistanê de bibe alîkar, ez bawer dikim ku dê kar û xebatên li ser yekîtiya Kurdan bimeşîne".
Komeleya Kurdên Anatoliya da zanîn, ku komeleya wan di demeke kurt de gihîştiye hejmareke mezin ya endaman û herwiha amaje bi vê yekê kirin, ku ew dixwazin xwe bigihînin hemû Kurdên Anatoliya Navîn.
Komele ji 4 parçeyên Kurdistanê ti Kurdan jî wek endam qebûl nake, herwiha diyar dike ku ewê di biryara xwe de rijd bin, heta ku di ware ziman û kulturê de xwe bighînin astekê.