Trump û Erdogan pirsa Tengava Hurmizê û Yemenê nîqaş kir
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan bi rêya telefonê ligel Serokê Amerîkayê Donald Trump axivî û ragihand ku bizavê dike bi rêya dîplomasiyê pirsa Tengava Hurmizê û rewşa Yemenê çareser bike.
Koçka Serokatiya Tirkiyeyê li ser tora civakî ya Xê naveroka peywendiya telefonî ya navbera Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan û Serokê Amerîkayê Donald Trump belav kir, û amaje da ku her du serokan behsa peywendiyên dualî yên navbera Enqere û Waşintonê û pêşhatên herêmî û cîhanî kiriye.
Erdogan êvara îro Çarşem 28ê Cotmeha 2026ê peywendî bi Trump re kir û behsa Hevpeymaniya Berevaniyê ya Mekeyê kir û ragihand ku ji nêzîk ve pêşhatên Tengava Hurmizê û rewşa Yemenê dişopîne, tekez jî kir ku bizavê dike bi rêya dîplomasî wê arêşeyê û rewşê çareser bike.
Her di wê peywendiyê de, Serokkomarê Tirkiyeyê amadehiya welatê xwe bo piştgirîkirina bizavên dîplomatîk tekez kir, bo navbeynkariya navbera Rûsya û Ukraynayê bo bidawîanîna şerê navbera wan ku ber bi sala xwe ya pêncê ve diçe.
Ev pêşveçûna dîplomatîk a di navbera Enqere û Waşintonê de piştî wê yekê hat ku rojnameya “Financial Times”ê îro Çarşem 28ê Cotmeha 2026ê, di raportekê de eşkere kir ku Amerîka û Rûsya mijûlî nîqaşkirina hejmareka peymanên aborî yên gengaz in.
Ew bizav jî di çarçoveya stratejiyeke berfirehtir de ne ji bo paldana Vladimir Putin, bi merema bidawîanîna şerê Ukraynayê, ji wan jî vegera kompaniyên Amerîkayî bo bazara petrola Rûsyayê, destpêkirina hinardekirina gazê bo Ewropayê û guhertina birêvebirina westgeha atomî ya Zaporîjyayê.