Mezine danûstandkarê desteya bilind Mihemed Elûş dest ji kar vekişand

K24- Hewlêr

Di daxuyaniyekê de Mihemed Elûş mezinê danûstandkarê desteya bilind ya opozisyon a Sûriyê dest ji kar vekişandin a xwe ragihand weke nerezayî li ser têkçûna danûstandnên ku Cinêfê bi serperştiya Neteweyên Yekbûyî birêve diçin.

Elûş nûnerê girûpa Ceyşulislame di desteya bilind de dibêje ku danûstandinan tu pêşketin derbarê veguhastina siyasî û doseya girtiyan bidest nexist , û bê cîbicîkirina daxwazên opozisyonê, ew pêşbînî nakin ku danêstandin careke din destpê bikin, ji ber bi tenê demê dikuje.