Rûsya: Welat ên cîhanê îtarfê dikin bi giringî ya pişkdarî ya Kurd di danûstandin ên Cinêvê

Gênadî Gatîlov, cîgir ê wezîr ê derve yê Rûsyayê got: Stîvan Dîmistora hinartî yê Netewe yên Hevgirtî bo Suryayê û Emerîka û welat ên din îtirafê dikin bi giringî ya pişkdarî ya Kurd di danûstandin ên Cinêvê, lê heya niha bê dengin.

K24- Hewlêr

Gatîlov ragehand: Di danîştinan de behs a pşkdarî ya Kurd dihê kirin, lê tim hewl dihê dan ev pirose ye bihê girokirin û bidawîxistin. Çi alî jî amade nîne dem a pişkdarî ya Kurd bihê destnîşankirin.

Rûsya tim behs a pişkdarî ya Kurd dike di danûstandinan de, bi wê yekê ku Kurd li Suryayê pêgehek a sîaysî û serbazî ya bi hêz heye.