Li Elezîz û Diyarbekirê 8 kes hatin binçavkirin
Lêpirsîna binçavkiriyan li Rêvebiratiya Ewlekariyê ya Elezîzê berdewam e.
.jpg)
K24-Navenda Nûçeyan
Li bakurê Kurdistanê bajarên Elezîz û Diyarbekirê di encama operasyonekî de 8 kes hatin binçavkirin.
Hêzên ewlekariya Tirkiyê îro danê sibê, li bajarê Diyarbekirê navçeya Erganiyê û bajarê Elezîzê bi awayeke hevdem ser malên endam û rêveberên HDP û DBPyê de girtin.
Hevserokê berê yê HDPyê yê Şaxa Elezîzê Yunus Guneş û Hevserokê berê yê DBPyê yê Şaxa Elezîzê jî nav de 8 kes hatin binçav kirin.
Lêpirsîna binçavkiriyan li Rêvebiratiya Ewlekariyê ya Elezîzê berdewam e.