HSD û şêwermendên Amerîkî dest bi rizgarkirina Minbicê kirin
Hêza Sûriyê ya Demokratîk(HSD) ji şervanên Kurd, Ereb û xirstyan pêk tê, hêza wê ya sereke jî Yekîneyên Parastina Gel(YPG) ne.
K24-Navenda Nûçeyan
Hêza Sûriyê ya Demokratîk(HSD) bi beşdariya şêwermendên Amerîkayê dest bi operasyona rizgarkirina bajarê Minbicê ser bi parêzgeha Helebê, tê pêşbînî kirin ku, ew operasyon çend heftiyan berdewam bike.
Duh, hin berpirsên Amerîkayê ji Reutersê re ragehandibûn ku, bi piştevaniya firokeyên Hevpeymaniya Navdewletî û hêzeke Kurdî, herwiha şêermendên leşkerî yên Amerîkayê Hêza Sûriyê ya Demokratîk(HSD) dest bi operasyona rizgarkirina bajarokê Minbicê kir ji destê DAIŞê kir.
Berî operasyona rizgarkirina Minbicê di heftiya borî de Hêza Sûriyê ya Demokratîk(HSD) dest bi operasyona rizgarkirina Bakurê Reqayê kirbû.
Ji aliyê xwe ve Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mewlûd Çawişoglu berî niha ragehandibû ku, divê bajarokê Minbicê ku, nêzîkî sînorê Tirkiyê ye ji çekdarên DAIŞê were rizgarkirin.
Hêza Sûriyê ya Demokratîk(HSD) ji şervanên Kurd, Ereb û xirstyan pêk tê, hêza wê ya sereke jî Yekîneyên Parastina Gel(YPG) ne.