Li bajarê Kûtahyayê tirkan êrîşî kurdan kirin K24-Navenda Nûçeyan
Li gor welatiyên deverê ragihandine ku, karkerên kurd piştî hatine berdan, navçe bi cîhiştine.
K24-Navenda Nûçeyan
Li Tirkiyê bajarê Kûtahyayê tirkên nîjadperest êrîşê kurdan kirin.
Li bajarê Kutahyayê navçeya Tavşanliyê Taxa Dogaçeşmeyê di avahiya TOKIyê de alekî tirkî ya şewitî hate dîtin. Piştî vê yekê karkerên kurd ko di wê avahiyê de dixebitîn hatin gilîkirin û li ser îdiaya wê alê karkerên kurd şewitandina 3 kes hatin binçavkirin.
Dema lêpirsîna karkerên kurd li qerekola polîsan berdewam dikir nêzikê 500 tirkên nîjadperest kom bûn û hewl dan karkeran bikûjin. Lêbelê polîsan bergiriyên ewlekariyê berfireh kirin û komê belav kirin.
Li gor welatiyên deverê ragihandine ku, karkerên kurd piştî hatine berdan, navçe bi cîhiştine.