Tirkiyê bakurê Helebê bombebaran dike û 14 DAIŞiyan dikuje

Tirkiyê beşdarî operesyona rizgarkirina Minbicê nabe, ji aliyekî din ve pêgehên DAIŞê li bakurê Helebê bombebaran dike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Tirkiyê beşdarî operesyona rizgarkirina Minbicê nabe, ji aliyekî din ve pêgehên DAIŞê li bakurê Helebê bombebaran dike.

Serekraniya artêşa Tirkiyê radigihêne, artêşa Tirkiyê armancine DAIŞê li bakurê Helelbê bombebaran kirin, di encamê de14 çekdarên DAIŞê hatin kuştin.

Tirkiyê endama NATO û Hevpeymaniya Navdewletî bi rêveberiya Amerîkayê ya li dijî DAIŞê ye.

Serekraniya artêşa Tirkiyê îro di daxuyaniyekê de ragihand, ku, artêşa Tirkiyê armancine DAIŞê li bakurê Helelbê bombebaran kirin, di encamê de14 çekdarên DAIŞê hatin kuştin.

Duh, Hêza Sûriyê ya Demokratîk(HSD) bi beşdariya şêwermendên Amerîkî û piştevaniya firokeyên Hevpeymaniya Navdewletî operasyona rizgarkirina bajarokê Minbicê dest pê kir.

Herwiha ji aliyekî din ve, berpirsekî payebilind di Artêşa Tirkiyê îro ji “Rueters” re ragihand, ku Tirkiyê beşdarî operesyona rizgarkirina Minbicê nabe.