Pirtûka Serok Barzanî bi zaravayê Kurmancî derket
Stenbol (K24) – Pirtûka Serok Mesûd Barzanî ya bi navê "Bo Dîrokê" bi zaravayê Kurmancî hat çapkirin.
Pirtûka "Bo Dîrokê" ji aliyê nivîskar û rojnamevan Arif Zêrevanî ve hat wergerandin û ji aliyê Weşanxaneya Avestayê ve hat çapkirin.
Di pirtûkê de dîroka Kurdistanê, bûyerên pêvajoya referandûma serxwebûnê û nirxandinên li ser Kurdistan, Iraq û herêmê cih digrin.
Li ser berga pirtûkê van gotinên Serok Barzanî cih digrin: “Pirsyar ev e; Madem rê nayêt dan ko em şirîkên vî welatî bin em dê bi çi hêviyekê endamên vî welatî bin? Di gelek qunaxan de ji bo xatirê Iraqa nû û li ser sozên Emerîkayê me çavên xwe ji gelek mafên xwe û zêdegaviyên hikûmetê iraqî re neqandibû. Ev hemî sebebên wê çendê bûn ko em digel aliyên kurdistanî bigihîn wê netîceyê yan divêt em di dewleta Iraqê de şirîk bin yan jî wekî sedsala borî her di xelekeka vala de bizivirin. Madem Bexdayê jî nekarî me wekî şirîk qebûl bike, divêt em bidin ser rêya xwe.”
Serok Barzanî di pirtûka xwe de balê dikşîne ser wê yekê ku li hember daxwazên Kurdan ên rewa û aştiyane, bi çek û zilm û şovenîzmê bersiv têne dayîn.
Hêjayî gotinê ye ku wergera bi zimanê Tirkî ya pirtûkê jî dê di demeke nêz de were çapkirin.
Bo Dîrokê
— Avesta Yayınları (@avestayayin) May 28, 2021
Mesûd Barzanî
Referandûma serxwebûna Kurdistanê...
Kurdistan, Iraq, Rojhilata Navîn...
Pêwendiyên navdewletî, peymana herêmî ya li dijî kurdan...
Mesûd Barzanî nivîsî:
“Bo Dîrokê”
Ne tenê 20 salên dawî, ev kitêb kurtedîroka 100 salî ya têkoşîna rizgariya Kurdistanê ye. pic.twitter.com/KprAWgNXRr