Serokwezîr Mesrûr Barzanî sersaxî li Rêbaz Hemlan kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi rêya peywendiyeke telefonî sersaxî li Alîkarê Serokwezîr, Rêbaz Hemlan kir.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî îro 15ê Berçileyê ji ber koça dawî ya xalê wî, peywendiyeke telefonî bi Rêbaz Hemlan re encam da.

Di peywendiyê de, Serokwezîr hevxemiya xwe anî ziman û sersaxî li Rêbaz Hemlan û malbata wî kir. Herwiha hêvî xwast ku Xwedayê Mezin giyanê xudêjêrazî bi bihuştê şad bike û sebir û aramiyê bide malbat û kesûkarên wî.