Netewe yên Hevgritî hevpeymanî ya Erebî dixe di lîst a reş de
Emîndar ê giştî yê Netewe yên Hevgirtî, Ban Kîmûn, hepeymanî ya Erebî bi srekirdatî ya Seûdîye xiste di lîst a reş a salane ya wan welat û girûp ên çekdar de ew ên bi eger a şerr û milmilanêyan maf ên zaroyan pêşêl dikin.
K24- Hewlêr

Li gor raport a Netewe yên Hevgirtî, tenê li sal a burî, hevpeymanî ya Erebî, bi serkirdatî ya Seûdîye, di hêriş yên xwe yên asmanî de ku xwîndinge û nexweşxne kirîne armanc û bi eger a wê yekê jî 510 zaroyan can ên xwe ji dest dane û 667 zaro yên din jî birîndar bûne.
Her di wê raportê de hatîye, Netwe yên Hevgirtî nîgeranî ya xwe derbirrîye ku bi eger a berdewambûn a şerr û pêkdanan li Yemenê, zaro yên zêdetir li wî welatî, dê bibin qurbanî.