Cihê Mitinga HDPê ya Diyarbekirê Hat guhartin
Biryar bû ku Partiya Demokratik a Gelan (HDP) di 5ê Hezîranê de, li Qada Îstasyonê ya Diyarbekirê mîtingeke girseyî lidar bixe, lê parêzgariya Diyarbekirê di bersiva wê daxwazê de, bi hênceta ku nikarin ewlehî bigrin neyînî bersiv da. Rêvebirên HDPê jî daxuayandin ku, li Tirkiyê nayê xwestin ku îradeyên gel, bi gel re werin gel hev û ew vî tiştî şermezar dikin.
K24 – Diyarbekir

Endamê Rêvebiriya Navendî yê HDPê Omer Onen û Hevserokên Bajarê Diyarbekirê Cebar Leygara û Gulşen Ozmen li avahiya Diyarbekirê, nerazîbûna xwe ji bo qedexe kirina mitîng û xwepêşandanan rahandin û diyar kirin, ku ewê ciyê mitîngê biguhêrin û dîsa di 5ê Hezîranê de, lê li ber avahiya partiya xwe, bi navê “civîna bi gel re” dê xwepêşandaneke girseyî lidarbixin.
Omer Onen anî ziman ku, desthilatdariya Tirkiyê, di hewldanên ku îradeya gel û kesên ku bi îradeya gel hatine bijartin, ji nedîtî ve bike û ji ber vê yekê jî zextên xwe li ser wan zêdetir dike. Onen bal kişand ku di 5ê Hezîrana 2015-an de, li qada îstasyonê, di nav gel de bombe hatibû teqandin û wan xwestiye, di salvegera wê teqînê de cangoriyan bibîr bînin, lê destûr nehatiye dayîn û ew him piştgirên wê teqînê, him jî qedexe kirina mîtingê şermezar dikin.
Di Hezîrana 2015-an de, li qada îstasyonê, HDPê mitînga beriya hilbijartinên 7ê Hezîranê lidarxistibû û di wê mîtîngê de, 2 bombe hatibûn teqandin û di encamê de jî 2 kes canê xwe ji dest dabû, zêdetirên wan bi giranî 90 kes jî birîndarbûbûn.