Li navçeya Torûl aTirkiyê 2 serbaz birîndar bûn
yekem car e ku, li bejahiyên Tirkiyê çalakiyek hemberê serbazên Artêşa Tirk tê kirin. Gumuşxane bajarekê herêma Derya Reş ya Tirkiyê ye û nêzîkî Dêrsim û Sêwasa bakurê Kurdistanê ye.
K24-Navenda Nûçeyan
Li Herêma Derya Reş ya Tirkiyê êriş li otombêleke serbazî hat kirin. Di encamê de 2 serbaz birîndar bûn.
Li ser rêya navçeya Torûl ya Girêdayî bajarê Gumuşxaneyê, dema ku otombêla serbazî diket tunêlê, êriş lê hat kirin.
Li gorî agahiyên destpêkê 2 serbaz bi giranî birîndar bûn. Serbaz bo dermankirinê rakirin nexweşxaneyên Gumuşxaneyê.
yekem car e ku, li bejahiyên Tirkiyê çalakiyek hemberê serbazên Artêşa Tirk tê kirin. Gumuşxane bajarekê herêma Derya Reş ya Tirkiyê ye û nêzîkî Dêrsim û Sêwasa bakurê Kurdistanê ye.