Li navçeya Torûl aTirkiyê 2 serbaz birîndar bûn

yekem car e ku, li bejahiyên Tirkiyê çalakiyek hemberê serbazên Artêşa Tirk tê kirin. Gumuşxane bajarekê herêma Derya Reş ya Tirkiyê ye û nêzîkî Dêrsim û Sêwasa bakurê Kurdistanê ye.

 

K24-Navenda Nûçeyan

Li Herêma Derya Reş ya Tirkiyê êriş li otombêleke serbazî hat kirin. Di encamê de 2 serbaz birîndar bûn.

Li ser rêya navçeya Torûl ya Girêdayî bajarê Gumuşxaneyê, dema ku otombêla serbazî diket tunêlê, êriş lê hat kirin.

Li gorî agahiyên destpêkê 2 serbaz bi giranî birîndar bûn.  Serbaz bo dermankirinê rakirin nexweşxaneyên Gumuşxaneyê.

yekem car e ku, li bejahiyên Tirkiyê çalakiyek hemberê serbazên Artêşa Tirk tê kirin. Gumuşxane bajarekê herêma Derya Reş ya Tirkiyê ye û nêzîkî Dêrsim û Sêwasa bakurê Kurdistanê ye.