NY: Çekirina zarokan şermezar dike
li Iraqê 37 zarok ku, ji 36 kur û keçekî pêk tê hatine çekirin.
K24-Navenda nûçeyan
Neteweyên Yekbûyî rapora xwe ya sala 2015an derbarê çekirina zarokan belav kir, tê de ragehand ku, her yek ji PKK, Heşdî Şeibî û DAIŞ zarokan biçek dikin.
Derbarê vê yekê Sekreterê giştî yê Netewên Yekbûyî (NY), Ban Ki Mon dilgiraniya xwe nîşan da, herwiha daxwaza berdana wan zarokan ji nav refên wan rêxistinan.
Di rapora NY de hatiye ku, li Iraqê 37 zarok ku, ji 36 kur û keçekî pêk tê hatine çekirin, ji wê hejmarê 19e li cem DAIŞê, 6 li cem PKKê û 12e zarok ji cem Heşdî Şeibî hene.