Li Tirkiyê 59 alîgirên Fethulah Gulen hatin girtin
Li 12e bajarên Tirkiye û bakurê Kurdistanê operasyona girtinê destpê kir.
K24-Navenda Nûçeyan
Li Tirkiyê hemberê Cemaeta Fethulah Gulen operasyon hat kirin, li 12 bajaran 59 karsaz û xwediyên şîrketan hatin binçavkirin.
Îro berdestê sibê, tîmên beşa têkoşîna dijî tawanên rêxistinî, bajarên Edene, Stenbol, Enqere, Diyarbekir, Riha jî di nav de li 12 bajarên Tirkiye û bakurê Kurdistanê dest bi operasyonê kirin. Di operasyonê de mutahît, xwediyên kargehên mobîlya û cilûbergan bi giştî 59 kes hatin binçavkirin.
Hat ragehandin, kesên hatine binçavkirin bi endamtiya Cemaeta Fethulah Gulen tên tometbar kirin ku ev rêxistin ji hêl dadgehên Tirkiyê ve wek "Rêxistina terorê" hatiye binavkirin.
Hê berê jî hemberê baskên dadgeh, polîs û medyayê ku, hatibû îdîakirin endamên vê rêxistinê ne operasyon hatibû kirin û gelek kes hatibûn binçavkirin û gelek dezgeh hatibûn girtin.