Li Tirkiyê bi ketina Otombîlekê nav avê 14e xwedekaran canê xwe ji dest dan
Xwendekaran dixwestin ligel mamoste û malbatên xwe biçin geştê.
K24-Navenda Nûçeyan
Li Tirkiyê bajarê Osmaniye otobusa xwendekaran ket qenala avê, 14 kesan canê xwe ji dest dan.
Li navçeya Cewdediye ya Osmaniyeyê,duh, êvarê, otombîla xwendekarên amadeyî, ket nav qenala avê. Li ser agahdarkirina gundiyan, tîmên hawarçûnê gihîştin cihê bûyerê.
Bo asankirina xebatên rizgarkirinê ava qenalê hat birîn û 14 termên xwendekarên zarok, mamoste û dêûbavên zarokan ji nav otombîlê hatin derxistin.
Hat ragehandin, di otombîlê de xwendekarên ku, xwestibûn tevî mamoste û malbatên xwe biçin geştê hebûn û ji ber ajokar nekariye otombîlê kontrol bike, ketiye nav qenala avê.