Rûsya: 200 çekdarên El-Nûsra ji Tirkiyê derbasî Sûriyê bûne
Ew çekdara bi mebesta êrîşkirina çeperên Artêşa Azad derbasbûne.
K24-Navenda Nûçeyan
Wezareta Berevaniya Rûsyayê ragehand ku, 200 çekdarên Cebhet El-Nûsra ji Tirkiyê bi otombêlên barhilgir derbasî Sûriyê bûne.
Derbarê vê babetê, Navenda Çavdêriya Agirbestê yê li Sûriyê di kongreyekî rojnamevanî de ragehand ku, 200 çekdarên rêxistina El-Nûsra ji Tirkiyê derbasê Îdlibê bûnê û êrişî çeperên Artêşa Sûriyê kirine.
Herwiha ajansa Rîa Novostî jî da zanîn ku, balefirên bêpîlot yên Rûsyayê dîmenên otombêlên barhilgirên yênTirkiyê kişandine ku, çek û alavên serbazî bo herêma Îdlibê dibin.