Îtalya sîstema parastina asîmanî dişîne Mereşê

Yekîneyên Leşkerî yên Îtalyayê gihiştin bajarê Mereşê yê Bakurê Kurdistanê.

K24 – Navenda Nûçeyan

Yekîneyên Leşkerî yên Îtalyayê gihiştin bajarê Mereşê yê Bakurê Kurdistanê.

Ev 3 sal in li bajarê Mereşê yê Bakurê Kurdistanê li hemberî xetereya şerê Sûriyê ji aliyê Almanyayê ve sîstemên asîmanî ya patriotan hatine danîn. Îro danê êvarê Yekîneyên Leşkerî yên Îtalyayê bi armanca şûna Almanyayê werbigrin gihiştin bajarê Mereşê.

Yekîneyên Îtalî ji 25 leşkeran pêk tên û bi xwe re 10 tir alavên sîstema parastina asîmanî anîn û dê di şûna sîstema patrîotan de werin bicîhkirin. 

Derbarê sîstema asîmanî ya Îtalî de heta niha ti agahî nehat belav kirin.