Teqîna Stenbolê: 11 kuştî û 36 birînda hene
Armanca teqînê Karwaneke leşkerî bû.
K24-Kurdistan
Li taxa Beyazîta Stenbolê teqîneke bihêz li nêzîkî wêstgeheka otombîlan çêbû, di encam de gelek welatî bûne qurbanî. Heta niha amarên kuştî û birîndaran ne hatine zanîn.Li gor medyaya Tirkiyê teqînê karwanekî leşkerî kirye armanc.
li gor peyamnêrê K24ê heya niha du kuştî û 8 birînda hene û teqîn jî bi rêya otombîleke bombirêjkirî hetibû pêkanîn. Herwiha cihê ku, teqîn lê hatî encamdan şûnwarên dîrokî, geştyarî û şaredariya Stenbolê lê heye.
ji aliyê xwe ve Parêzgarê Stenbolê amarên nû yên teqênê ragehandin ku, di encama teqînê 11 polîs hatin kuştin û 36 kesên din jî birîndarin.
Peymanêrê K24ê aşkere kir ku, piştî teqînê dengê teqîneke din hat bihîstin û tê pêşbînîn kirin ku, hejmara qurbaniyan zêde bibe.