Erdogan beşdariyê di merasîma veşartina Mihemed Alî Klay de dike

Serokê berê yê Amerîkayê Bîll Klînton, aktorê Amerîkî Bîllî Krîstal, hevjîn û keça wîŞahê Urdinê jî beşdar in.

K24-Navenda nûçeyan

Serokomarê Tirkiyê Receb Tayîb Erdogan beşdarî merasîma veşartina Mihemed Alî Klay dibe lê axaftin nake.

Malbata boksorê navdar Mihemed Alî hê berê dabû xuyakirin ku, Serokê berê yê Amerîkayê Bîll Klînton, aktorê Amerîkî Bîllî Krîstal, hevjîn û keça wî, nûnerên olên cûda her wiha Serokomarê Tirkiyê û Şahê Urdinê jî dê axaftinê bikin.

Ajansa Asoşeytid Press belav kir ku, Peyvdarê Malbatê Bob Gunnel da xuyakirin, di lîsteyê de navê du axiftvanan hatiye zêdekirin û dema axaftina kesên ji derveyî welat bên nemaye û ji ber vê axaftina Serokomarê Tirkiyê û Şahê Urdinê hatiye betalkirin.

Gunnel got ku, Serokomar Erdogan û Şah Ebdula bi awayek dilnizmî ev biryar pêşwazî kirine , da zanîn ku, lîsta kesên ku di merasîmê de biaxivin, piştre dê were belavkirin.