Nêçîrvan Barzanî: Bi hevbeşî ligel YNK û Tevgera Goranê nacivin
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê derbarê civîna hevbeş ya Partiya PDKê ligel YNKê û Tevgera Goranê radigihîne, PDKê tenê bi cuda legel her aliyekê dicive.
K24 – Hewlêr
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê derbarê civîna hevbeş ya Partiya PDKê ligel YNKê û Tevgera Goranê radigihîne, PDKê tenê bi cuda legel her aliyekê dicive.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji rojnamevanan re ragihand, ku Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) amadeye ligel her aliyekî bicive, amade ye ligel Tevgera Goranê bicive, lê bi awayekî cuda, neku bi hevbeşî ligel aliyekî din.
Ev daxuyaniyên Barzanî tên, di demekê de ku hatiye belavkirin, Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) û Tevgera Goranê bi hevbeşî ligel PDKê dê bicivin.