Opozîsyonê dorpêça DAIŞê ya li ser Mariê vekir
Hêzên opozîsyona Sûriyê karîn dorpêça DAIŞê ya li ser bajaroka Mariê li bakurê Helebê vekin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Hêzên opozîsyona Sûriyê karîn dorpêça DAIŞê ya li ser bajaroka Mariê li bakurê Helebê vekin.
Piştî dorpêçkirina çekdarên DAIŞê ji bajarokê Mariê ya sitratîjîk bi hefetyekê, hin pêkhateyên artêşa azad û yên opozîsyona Sûriyê karîn vê dorpêçî vekin û gundê Keferkelbîn ya ku dikeve li ser riya girêdana Mariê bi Ezazê ve kontrol bikin.
Li gor Rewangeha Sûrî ya Mafê Mirovan, çekdarên DAIŞê ji wan deveran bê şer vekişyan, ev yek jî ji ber giraniya şerê li ser DAIŞê ku ji 3 aliyan ve di heman demê de, ji aliyê rêjîma Sûriyê, herweha Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û opozîsyona Sûriyê ve, şerê wan tê kirin.
Bajarokê Mariê dikeve bakurê Helebê û li ser riya sereke ya îmdada opozîsyonê li Helebê. Berê çendîn car e DAIŞê hewl dayê vê bajarokî bidest bixe, da ku xwe bigihîne sînorê Tirkiyê.