Berdevkê Serokomariya Tirkiyê ji Amerîka dixwaze piştgîriya PYD neke

Berdevkê Serokomariya Tirkiyê Îbrahîm Kalin dibêje, heger Amerîka PKK'ê wek rêxistineke terorê dibîne, divê pêwendiyên xwe bi baskên wê yên li Sûriyê re bibire. Kalin her wiha got, siyaseta hemberî DAIŞ'ê cuda, ya hemberê PKK'ê cuda nabe.

K24 – Navenda Nûçeyan

Kalin got: " Amerîkayê ji ber rûdanên terorê, peyama sersaxiyê şandiye. Em spas dikin, lê ez dixwazim vê bêjim. Eger hûn di têkoşîna dijî terorê de ji dil in û ligel Tirkiyê ne, divê hûn ti cudahiyê nexînin navbera rêxistinên terorê. Divê hûn pêwendiyên xwe bi baskên wan yên li Sûriyê re qut bikin.”

Dema Tirkiyê li dijî terorê têdikoşe, behsa azadiya ramanê tê kirin. Lê dema ew bi terorê re rûbirû dimînin, her tiştê dikin. Li Amerîkayê jibo kesekî ku xwestiye beşdarî DAIŞ'ê bibe, 12 sal cezaya girtinê hatiye dayîn. Lê dema em bergîriyên terorê digrin, dibêjin azadiya ramanê tê binpêkirin.