Rejîma Sûriyê gihandina alîkariyan bo 3ê navçeyan qebûl kir

Li gor NY 600 hezar kes li 19e deverên Sûriyê yên dorpêçkirî pêwîstiyan wan bi alîkariyên mirovî hene.

K24-Navenda Nûçeyan

Rejîma Sûriyê razîbûna xwe li ser gihandina al'kariyan bo 3ê navçeyên wî welatî ji Neteweyên Yekbûyî(NY) re nîşanda.

Derbarê rizamendiya rejîmê Sûriyê Berdevkê Neteweyên Yekbûyî(NY) Dstîvan Dûcarîk daxuyaniyak belav kir, tê de tekez kir ku, Rejîma sûriyê qebûl kirye ku, alîkariyên mirivî derbasî her 3ê navçeyên Dûma, Dareya û Mezemiyê bibin.

Dûcarîk da zanîn ku, rejîma Sûriyê razîbûye ku, ji hejmara 17e navçeyan alîkarî derbasî 15e nevçayan bibin.Aşkere kir ku, ew her du navçeyên ku, li ser wan razî nebûye, taxa El-Weir a bajarê Himsê û bajarê Zebedanê ye.

Li gor NY 600 hezar kes li 19e deverên Sûriyê yên dorpêçkirî pêwîstiyan wan bi alîkariyên mirovî hene.