Fransa: Hêza me li Sûriyê heye

Tê zanîn ku, di operasyona rizgarkirina Minbicê ji bilî Hêzên Kurdî û Erebî hêzên Amerîkî jî beşdarin.

K24-Navenda Nûçeyan

Wezareta Berevaniyê ya Fransayê ragehand ku, hêzeke wê ya leşkerî ku, ji rawêjkaran pêktê ligel Hêzên Kurdî û Erebî di şerê li dijî DAIŞê li Minbicê  beşdarin.

Derbarê vê babetê Berdevê Wezareta Berevaniyê yê Fransayê di daxuyaniyekê de belav kir ku, Hêzên wan ligel Hêzên Kurdî û Erebî di şerê li dijî DAIşê li bajarokê Minbicê beşdarin.

Li gor daxuyaniya Wezareta Bergiriyê ya Fransayê Hêza wî welatî ji pispor leşkerî û Rawêjkaran pêktê.

Berî niha jî Wezîrê Berevaniyê ya Fransayê ragehandibû ku, 400 leşkerên wan li 17e welatan hene.

Tê zanîn ku, di operasyona rizgarkirina Minbicê ji bilî Hêzên Kurdî û Erebî hêzên Amerîkî jî beşdarin.