Encamderê teqîna Stenbolê hat eşkere kirin

Di teqînê de 5 polês 6 hemwelatiyên sivîl canê xwe ji dest dabûn, 36 kes jî birîndar bûbûn.

K24-Stenbol

Der barê teqîna li Stenbolê de geşedaneke nû heye. Dirûvê êrîşkarê ku, wesayîta bombebarkirî teqandibû ji aliyê hêzên ewlekariyê ve hat eşkerekirin û ji bo girtina wî, polîsên Stenbolê xebatên xwe berfirehtirkirin. Li gor çavkaniyên nêzî hikûmetê êrîş ji aliyê rêxistina TAK'ê ve hatiye kirin.

Li Stenbolê, hêzên ewlekariyê bi mebesta eşkerekirina berpirsên teqîna li herêma Veznecîlerê pêşî 4 gumanbaran desteser kirin. Piştre dîmenên ewlehiyê yên dikandaran yek û yek tomarkirin û di dîmenan de kesê ku, wesayîta bombebarkirî ji dûr ve bi qûmandeyê da teqand eşkere kirin. Niha ji bo girtina êrîşkar xebatên polîsan berdewam e.

Serokwezîrê Tirkiye Bînalî Yildirim jî çû serdana birîndaran, dûv re hat cihê teqînê û yek û yek rewşa dikandaran pirsî. Yildirim da zanîn ku ne bi tenê li dijî komên terorî li dijî kesên ku piştevaniya terorê dikin jî çi pêwîst be dê bikin.

Deraberê teqînê Serokwezîrê Tirkiyê Bînali Yildirim wiha got:"Em dizanin hûn rojane rê li ber bi sedan bûyerên wiha digirin. Ji bo ku welatiyên me, metirsîdar nebin em eşkere nakin. Lê ji hezaran carekî mixabin rû dide. Me hemû tedbîrên xwe girtibûn lê dîsa jî ev êrîş pêk hat."

15 serkonsolosên welatên Yekîtiya Ewropayê jî hatin cihê ku wesayît hat teqandin û qûrnefîl danîn.

Serkonsolosê Hollandayê yê Stenbolê Robert Schuddeboom jî amaje kir ku, ev êrîşeke terorî ye û bo piştevaniyê hatine vêderê.

Serkonsolosê Hollandayê yê Stenbolê Robert Schuddeboom jî wiha axifî:"Li ser teqînê, helwesta Hollandayê, ji hatina min diyar e. Li dijî terorê, em ê digel Tirkiye têbikoşin. Hêvî dikim, ev bûyer di demek kurt de zelaltir dibe û geştyar jî vegerin Tirkiyê. Çunkî ez dizanim Tirkiye welatekî xweş e."

Piştî teqînê di roja duyemîn de, rêyâ Şehzadebaşiyê ku, teqîn lê rû da çûnûhatin bo hemwelatiyan û bo otombîlan hat vekirin. Di teqînê de 5 polês 6 hemwelatiyên sivîl canê xwe ji dest dabûn, 36 kes jî birîndar bûbûn.