Yildirim: Em derfetê nadin PKKê bi kuştin û terorê ser bike
Heta niha ne PKKê ne jî HDPê, tiştek li ser daxuyaniyên Serokwezîrê Tirkiyê ne dane.

K24-Navenda Nûçeyan
Derbarê çareserkirina pirsa kurdî û şer û aloziyan de Serokwezîrê Tirkiyeyê Bînalî Yildirim ragehand ku, tiştê ku, danûstandin li ser bikin nemaye.
Yildirim di xwarina fitarê ya ligel parlementerên AK-Partiyê de axifî û da zanîn ku, ji aliyê PKKyê ve ji wan re hin caran agahî tên ku, dixwazin dev ji çekan berdin û gûftûgo ji nû ve werin destpê kirin. Ger PKK dixwaz e li ser yekbûna axa Tirkiyeyê û ala pîroz a Tirkiyeyê biaxife bila kerem bike.
Yeldirim da zanîn ku, kesên ku,dixwazin bi kuştin û terorê serbikevin bila bizanibin ku,ew derfetê nadin wan. Lewma tiştek nemaye ku,ew bi PKKê re danûstandinan bikin.
Heta niha ne PKKê ne jî HDPê, tiştek li ser daxuyaniyên Serokwezîrê Tirkiyê ne dane.