Li bajarê Agiriyê2 endamên PKKê şehîd bûn

Tê zanîn ku, duh li Midyadê jî di encama şerûpevçûnan di navbera polîsên Tirkiyê PKKê 6 kes hatin kuştin.

K24-Navenda nûçeyan

Li bajarê Agiriyê yê Li bakurê Kurdistanê di encama şerûpevçûnan de di navbera Artêşa Tirkiyê û Gerlîayên Partiya Karkerên Kurdistanê 2 endamên Partiya Karkerên Kurdistanê PKKyê şehîd bûn.

Derbarê wî şerî Parêzgeriya Agiriyê di daxuyaniyeke  niviskî de ragihand ku, li navçeya Bazîdê gûndê Gûlyûzûyê li dijî PKKyê operasyon hatiye kirin û piştî demekê navbera endamên PKKyê û hêzên ewlekariyê de pevçûn derketiye. Di encamê de 2 gerîlayên PKKyê canê xwe ji dest dane.

Tê zanîn ku, duh li Midyadê jî di encama şerûpevçûnan di navbera polîsên Tirkiyê PKKê 6 kes hatin kuştin.