kuştiyên teqîna navçeya Mîdyatê bûne 6 kes

Ji aliyê xwe ve Serokwezîrê Tirkiyeyê Bînalî Yildirim PKKyê tohmetbar kiribû. Lê belê heta niha ji aliyê PKKyê ve ti daxûyanî nehatine balav kirin.

K24-Navenda Nûçeyan

hejmara kuştiyên teqîna ku, duh, li navçeya Midyadê ya Mêrdînê gehşte 6 kesan.

Derbarê vê hejmata nû, Rêveberiya Tendirûstiya Mêrdînê ragihandin ku, îro polîsek din jî ku, birîna wî giran bû li nexweşxaneyê canê xwe ji dest da.

Duh li bakurê Kurdistanê navçeya Mîdyatê li dijî avahiya Rêvebriya Ewlekariyê bi otombîlekê bombebarkirî êrîş hatibû kirin. Di encamê de 2 polîs û 3 welatî canê xwe ji dest dabûn. 51 welatî jî birîndar bûbûn.

Ji aliyê xwe ve Serokwezîrê Tirkiyeyê Bînalî Yildirim PKKyê tohmetbar kiribû. Lê belê heta niha ji aliyê PKKyê ve ti daxûyanî nehatine balav kirin.