HPG berpirsiyatiya êrîşa Mêrdînê li xwe digire
Hêza Parastina Gel (HPG) berpirseyetiya xwe ji encamdana êrîşa duh ya Medyada Mêrdînê ragihand.
K24 – Navenda Nûçeyan
Hêza Parastina Gel (HPG) berpirseyetiya xwe ji encamdana êrîşa duh ya Medyada Mêrdînê ragihand.
Navenda ragihandina û çapemeniya HPGê di daxuyaniyeke nivîskî de ragihand, ku gerîlayên wan êrîşa li hember Rêveberiya Ewlehiyê ya Medyadê pêk aniye û di encamê de 30 polîs hatine kuştin, 2 otombîlên zirîpoş û 10 otombêlên sivîlan pûç kirine.
Her di daxuyaniya HPGê de hat jî, ku êrîş ji bo bîranîna şehîdên Nisêbînê pêk aniye.
Ji aliyê xwe ve, parêzgariya Mêrdînê jî ragihand, ku di encamê wê êrîşê de 6 kesan canê xwe jidest dane û 51 kes jî birîndar bûne.